((dayik giringtirîn qutabxaneye))

 

Miruv emiru be ser pênc qutabxane da dabeş dekrêt. (1 -dayik 2 -bawik 3 -mîrî 4 -kumelga 5 -desthelatdarî).

Yekemîn: Qutabxane ke le dayikewe dest pê dekat, zanabun û pêşkewtinî mindalekey le ser astî zanînî ew dayike mezende ekirêt. Zanayek lem bareyewe elêt ((eger piyawêk zana bu miruvêk zana bû, eger afretêk zana bu mîlletêk zana bû)) ger detewê zanayek perwerde bikey yekemîn car ebê bîst sal pêş ewe dayikî ew zanaye perwerdet kirdbên. Herweku le ((edîsun)) riwîda. Ke edîsun le dayik bû serekey gewre bû. Birdiyan bu lay pizîşik. Wutî eme şête minalî ser gewre şêtin. Bu be sê sal çuwe naw minalan serekey dekewte ser milî. Minalekan galteyan pê dehat û pêyan ewît mindalî duser çiwar salîş qisey pê nedekira. Le şeş salî birdiyan bu qutabxane ke çî deriyan kird. Wutiyan em minale fêrî hîç nabît. Belam çunke dayikêkî zanayî hebû mamusta bû. Wutî min kurî xum perwerde ekem. Le akam da be şêweyek perwerdey kird û fêrî kird. Le cîhan da (şeş milîwin) dahênan heye ((hezar û newed û çiwar)) hî edîsune.

Bedaxewe le naw kurd neman hêştwe ew dayike peyda bibêt. Le ber dû hiûy serekî û mêjûyî ke kuspî hemîşeyn. Le rîgay pêşkewtin û serkewtin da (şerim û tirs) şerim le nerît û tîtal û tirs le duzex û beheşt ke em dû kuspeş ((ayin û eşîretgeriye)).

Qutabxaney yekem ke hî dayike û pêş ewey nîştîman perwerî bê. Tenha aynî ye. Qutabxaney duwemîş hî bawke ke ewîş eşayiriye, çunke bawik pêş kurdayetî û netewayetî mindalî xûy fêrî demargîrî xizmayetî û gund çiyayetî û şarçiyayetî û eşîretgerî dekat. Qutabxaney sêyem hî ew dagîrkeraneye ke be pêy berjewendî şufînî netewey xûyan dadenêt ke kiyanî nîştîman perwerî tiya da dekujît. Ebê fêrman biken le mêjûyî (umerî muxtar, ebdwalqadirî cezayirî, ziyadî kurî bawkî xûy û ayzî kurî mer û etaturk û pehlewî) belam le heman katda nabê mêjûyî (şêx ebdwalsam barzanîw şêx mehmudî hefîd û şêx seiydî pîran û qazî muhemed bizanim. Qutabxaney çiwarem hî kumelgaye. Mamustayî emeş seruk caş biwîne. Tenha pîşeyan sutandinî gund û caşayetî wimer û malat talan kirdin û jin enfal kirdin buwe û dar û destî rijême yek le diway yekekanî şufînîstiyan kirdiwe. Qutabxaney pêncem. Hî desthelat darî buwe. Emeş dîktaturî bûye.

Bûye wek şêt derçiwîn. Xu şêt quçî pêwe niye. Lem qutabxaneye da xelkêkî wa perwerde bû (dujmindarî gel û welatî xwî bikat jimare caşekan sê sed û pencae hezar kes bûn, zur lemane belgenamey berziyan hebû be jehir û jengî eşayirî bê huş kirabun kehindîkiyan derçwî yasa û endaziyarî û pizîşkî bûn.

Eflatun delêt (le jîr sêberî dîktaturiyet da ruşenbîrî diruzin û rexnegirî gemije û cemawerî kiwêr) peyda debêt.

Be daxewe derçuwanî em qutabxanane îsta mamustay zankun û mamustay amadey û nawendî û seretayî û baxçey minalan û ekadîmiyekanin le sertaserî Kurdistan da.

Gişt qutabiyekanî kurd le jêr perwerdey emanen. Ke xûyan huşiyarî netewayetiyan pê niye (mamusta) çun fêrî qutabiyan ekat. Ew mamustayane pêًwîstiyan be xulî hizrî netewayetî heye.

Baştirîn çareserî pere pêdanî hestî nîştîman perweriye le baxçey minalan taku zanku û ekadîmiyayekan ke be kurdayetî rasteqîne mêşikî mindal û gencekan aw bidirêt. Emiru baştire le subeynê. Her weku katî xûy le yunan mindal le dayik û bawkiyan dur dexistinewe, le10  saliyewe deyanbirdine qutabxane hî (cîm lastîk _ muzayik) muzayik ke felsefe û felekiyat û ramiyarî û matmatîk û mêjû û cugirafiya û helbest û huner û muzîk û kumîdî degirîtewe.

Bûye dahêneranî emane,, suqirat û eflatun û eristu,, yan lê derçûn.

Hî welatanî ruj helatîş (usame bin ladin û zerqawî û şêx zana û seruk caş) yan lê derçûn.

Baştirîn pirugiramî kurdayetî hî rêbazî barzanî nemire ke kurdayetî ser meşqî xebatî nîw sedey bû ke nek tenha le Kurdistanî başur le seranserî Kurdistanî gewre şanazî pêyiwe dekrêt..

Pêwîste le qutabxaneyekî hemîşeyî mindalan û gencanî kurd qunax be qunax be hestî kurdayetî rasteqîne perwerde bikirêt.

 

 

Kutayî................................

Akirê 16/02/2011

============================================================