-Navê dirust (Qadir Ebidulezîz Reşîd)e li sala 08/03/1962 li gundê Kurêmê ser bi nahiya Mangêşkê li snurê parêzgeha Dihuk ji xêzaneka cutiyar ji dayik bûye. - Xandina seretayî li gundêt dewruber û gundê xu dumahîk pê înaye, li Beruşka Seidun û Kuvlî û Kurêmê û xandina navicî û amadeyî li nahiya Mangîşkê û Dihuk berdewamî pê daye û taku pêncê wêjeyî xandiye - Li sala 1979 demê qutabî li xwandingeha birayetî li Dhuk hatiye rêkxistin di nav rêzêt Partî Dîmukiratî Kurdistan û xebata nihênî kiriye liser demê rijêma be'sa faşî - Li sala 1980 berî qunaxa pula pênc û şeşê amadeyî dumahêy pê bînît rêkxistina wan aşikirabiye û gehiştiye rêza şureşa Gulana pêşkeftin xwaz û dest bi xebata Pêşimergayetiyê kiriye û li rujahelata Kurdistanê wek mişext berdewamî bi jiyana şurşgêrî daye û biye pêşimerge li snurê liqa sê wî demî li nizîk qesirşirîn biye liser pul zehaw - Li sala 1981 li xula heftê ya peymangeha pêgehandina kadirêt Partî Dîmukiratî Kurdistan pişkdar biye. Piştî şeş meha bi dumahî hatî wek kadir û piştî demekê kêm wek kargêrê lêjna Rizgarî ya Partiya berdewam biye li gundê Şînawa nêzîk Pîranşehr. Li snurê hêza baregayê serkirdayetiyê - li sala 1984 piştî helbijartin çê bîn li snurê lijna Xebat li bajêrê Nexede ku gelek awarêt me lê bîne hatiye helbjardin bo berpirsê wê lêjnê. - Li sala 1986 biye rêveberê îdara mekteba siyasî ya partî li gundê Rajan û piştî şeş meha hatiye veguhastin bu sinurê liqê êk ya partî wek kargêrê liqê - Li sala 1987 di bite berpirsê lêjina devera Dihuk ku baregayê wê li gundê elinaskê biye. - Li sala 1988 vedigerête rujihelata Kurdistanê û bi destwêrî û ji bu jiyana hevjînêê pêk bînit. Li 17/05/1988 bi hevjîna xu Beyan Nayif Ebdualqadir şad di bit li bajêrkê Nexede û piştî hingî mala xu tînte bajêrê Urmiyê li gereka Muderîs û dibite xudan dû zaruk. Kurek binavê Nerev ji dayik bủyê 1989 li bajêrê Urmiyê û kiçek binavê Wekhev 1993 libajêrê Dihuk 1988 - li demê enfalêt reş têt li sala deverê li geliyê Satê li çiyayê hindav gundê Şe Tiwînis di şerekî da bi destêt rijêma faşî bi sextî birîndar dibit. Di gel çar pêşimergehêt dî yêt qareman û bu çareseriyê ve digeriyte bajêrê ủ culemêrgê û paşî bu Tehran û Urmiyê. - Li sala 1989 li kungirê nehê yê partî tête helbijartin û bu endametiya kumîta nawendî û cêgirê liqa dû - Li sala 1990 di bîte endamê ragehandina mekteba siyasya berêz - Li sala 1991 di gel serheldana pîruza gelê kurd di bite cêgirê liqa êk li Dihuk - Li sala 1994 di bite berpirsê liqa neha partî li Akrê. - Li sala 2000 di bite berpirsê liqa 10 ya partî li Soran. - Li sala 2001 di bite berpirsê nivîsîngeha rêkxistina pêşimergey li pîrmam. - Li sala 2003 dibite berpirsê asayşa giştî li Hevlêrê - Li sala 2005 di bite berpirsê liqa deha parta me li Soran û piştî mehekê dibite berpirsê liqa êk li Dihuk. - Li sala 2008 di bite berpirsê peymangeha kadira li Pîrmam - Li sala 2009 di bite berpirsê liqa neh ya partî - Li sala 2010 li kungirê sêzdê yê partî tête helbjardin endamê serkirdayetiya partî kesê jimare yazde. - Li sala 1980 dest bi vehandina helbesta kiriye bi her dû şêwaza klasîkî û azad û biher dû zaravêt Kirmanciya serî û xwarê û ta ku nuke sîzde berhemêt helbesta hene: Bizav 1984 1- 2- Çawerwanî 1985 3- Berxudan 1989 4- Bizav û Amanc 2000 5- Bizot 2003 6- Guldan 2004 Tuxîb 2005 7- 8- Çiya Vîn2005 9- Kanî û Riwîbar 2006 Kel û Şkefit 2007 10- 11- Giyandar Perwer 2007 Hemik û Sînem 2010 12- 13- Namîlkeyek binavê Witar bêjî. 14- Li sala 2005 xelatê turevanî yê Cewahiri wergirti ye. -Taku nuke 2086 qutabî li xulêt ruşenbîrî kiç û kur liberdestê wî perwerde bîne lisnurê ew deverêt wî xizmet lêkirî. - Çinku her devera çủyê berdewamî bi xulêt ruşenbîrî daye û hemî omêda wî ew e ew keliturê dagîrkerêt Kurdistanê birêka perestgehêt olî û dîwanxana. mejiyê Kurda berî erdê wan dagîr kirî. - Baştirîn çareserî bizava ruşenbîrî ye. - Li ser destê wî taku nuke 423 çarsed û bîst û sê xwîndarî hatîne çareser kirin. - Yasaya nut ya kişt û kalî lidevera Akirê ew şiyaye cê be cê biket. - Li salêt 1995 taku 2000 bihevkarî digel qaymqamê wî serdemî û rêveberiya kişt û kalî li Dihuk pişka pitir li cade û kulanêt Dihuk binavê wan gul û çiya û kanî û riwîbar û kel û şkefta kirîne ewêt dinav dîwanêt wî yêd helbesta da hatiye. - Li 08/03/2009 muzexanek binavê muzexana Qeçax pêk îna û vekir nîveka xaniyê xu terxan kir ji bu vê çendê pêk têt ji van pişka: 1- Filuklur 2- Şiwînwar 3- Fusîl 4 - Parê kevin û Nûy 5- 5- Çek 6 - Dest nivês 7- Nitîk 8 - Tablu 9 - Şanu 10 - Dîmenê siruştî 11 – Kitêbxane. - Li sala 2008 seredana Ewrupa kiriye her bajêrekê biçủk û mezin çu bu seredana muzexanêt wan kiriye û herwesa seredana malêt Ỉnglîsî û Gute û Bithuvin û Birîxt û Kavka û Nubil û Napilîwin û van Kux kiriye û welatêt Nemisa û Elmaniya û Çîk û Danîmark û Swêd û Neriwêj û Belcîkiya û Hulenda û Luksmburg û Ferensa dîtîne û digel Ỉran û Suriya û Lubnan û Ordun Ỉmarat û Misrê. ji - Bilî xizmeta pêşimergayetêê hejêkirinêt wî helbest û gutar bêjî û muzexane û gulin. - Bawerî bi sinurêt destkird nîne. - Herwesa sinurêt eşîretgerî û aynî û ber tesk û wesa dibînit divêt hesta nîştman perwerî ji ya aynî û eşîretî bilindtir bibit û ev heste di nav zaruk û genica da dest pê biket û xandingeheka hizra û wilat parêziyê bo bibîte damezirandin û ji dayikê dest pê biket çunku eger zelamek zana bî miruvek zana bî û eger jinek zana bî milletek zana bî.